Endamên CineKurdîyê Fîlma Zarê (1926/Hamo Beknazaryan) û Sînemaya Netewî ya Kurdan Şîrove Dike

Endamên CineKurdîyê Fîlma Zarê (1926/Hamo Beknazaryan) û Sînemaya Netewî ya Kurdan Şîrove Dike

Deşîfrasyon: Armanc Dayan

 


CineKurdî, fîlmên ku di derbarê Kurdan de hatiye çêkirin temaşe dike, dixwene, dinirxîne û şîrove dike. Ne wek komele ne jî wek saziyeki ye platformek e ku heftkî dicive. Hewl dide ku di gel sînemavan û sînemahezên Kurd sînemaya Kurdî binirxîne. Dixwaze hewla xwe ya sînemayê him di medyaya civakî de him jî di kovaran de bêhtir bîne ziman. Armanc ew e ku sînemaya Kurdî bêhtir bê pêşçav.

Endamên CineKurdî’yê yên ku li vir nêrînên xwe anîne zimên hemû jî (derhêner, nivîskar, lîstikvan, podcastvan, xwandekar) ji sînemayê ve elegedar in.

Armanc: 

Zarê û Seydo’yê şivan aşiqên hevdu ne. Axayê gund Temur Beg jî dixwaze ku bi Zarê re bizewice. Zarê vê zewacê qebûl neke jî Temur Beg dawetê dike. Li ser vê dilnebûnê Temur Beg, Zarê ji mala xwe derdixîne da ku navê Zarê derkeve bênamûsiyê, beravajî li kerê siwar dike û di nava gund da digerîne. Gundî tif li rûyên Zarê dike ku êdî ew bênamûsek e. Paşê birayê Seydo, Xidir tê û Temur Beg’î dikûje. Zarê ji vê bixtan û bêbextiyê xilas dike.

Ferat:

Armanc hinekî qala çîrokê kir. Fîlm di 1926’an de li Çiyayê Elegezê hatiye kişandin û mijar jî Kurdên Êzdî ne. Derhênerê fîlmê Hamo Beknazaryan Ermenî ye û girêdayî Sovyetê ye. Çîroka fîlm li ser axatî û zilma wê û tekiliya wê ya bi dewletê re ye û niha jî di nav Kurdan de kêm zêde tê dîtin. Ku mijara fîlm Kurd bin û mekan jî Kurdîstan be ji bo min ev hêmanên girîng in. Ez nikarim bêjim ev fîlm ji serî heta binî fîlmekî Kurdî ye lê ez vî fîlmî wek pêşin yanî prototîpa destpêka sînemaya Kurdî bi nav dikim.

Fatoş:

Fîlm bêdeng hatiye çêkirin û paşê muzîkek ji bo fîlmê hatiye amadekirin. Ez bixwe nizanim Hamo Beknazaryan Kurd e an Ermen e. Ez vî fîlmî wek fîlmekî Kurdî û yê yekem dihesibînim. Bi min derhêner ne Ermen e û fîlm jî ne temsîliyetek e. Ji sedî sed fîlma yekem ya Kurdan e.

Mistefa:

Çîrok ya Abe Lazo ye û tekiliya wî û Kurdan heye. Fîlm di derbarê Kurdan de hatiye çêkirin. Ev nîqaş ji mêj ve tên kirin ka Gelo Zarê Sînemaya Kurdî ye an na. Heta niha gelek tişt li ser hatin gotin. Wek ku mamoste Ferat jî got çîroka fîlmê klasîk e. Zarê Sînemaya Kurdan e an na? Ez bixwe nikarim tiştekî mitleq bibêjim. Zarê li gorî gelek qirîteran kêm dimîne. Bi min mirov dikare bêje ku hebûna Kurdan wek temsîl e di fîlmê da. Lazim e ku ‘sînemaya netewî’ çi ye, li ser vê niqaş bê kirin. Belkî jî em ji salên 2000an û vir ve Sînemaya Kurdî nîqaş bikin, wê baştir be.

Mehmûd:

Ger em bêjin Zarê yekem fîlmê kurdan e divê em bêjin “Grass: a nation battale for life” yekem fîlmê kurdan e. Wek ku Mistefa got Lazo senaryo nivîsandi ye. Heger Lazo Kurd be senaryo bieslê xwe dibe Kurdî. Ermenbûna derhêner jî ne diyar e, ji ber ku fîlm di wextê YKSSê hatiye çêkirin û YKSS ne aîdê netewekî tenê ye. Çîroka Zarê ya Kurdan e lê em niha nikarin bêjin derhêner Kurd e. Lê ji ber mijar û senaryo li ser kurdan e em karin wê têxin nav sînemaya kurdî.

Yilmaz:

Camêrekî ku di rastiyê de nizanim Kurd e an nîne fîlm li ser Kurdan çêkiriye. Ji bo min wek fîlmeke Kurdî nehat. Giştî mesele çi be dê fîlm bibe fîlmeke Kurdî?

Fatoş:

Ev niqaş tiştekî li me zêde nake. Wek ku Mistefa jî got belkî jî ji bo sînemaya Kurdan destpêk salên 2000’an be.

Mistefa:

Sînemaya Kurdî çi ye, çawa sînemayeke netewî derdikeve holê? Ji hêla cîhanî ve gava em dinêrin, mefhûma Sînemaya netewî êdî têgeheke kevn e. Em ji wê prosê re piçek dereng man. Ne tenê di sînemayê de, di edebiyatê de jî wilo ye mesela. Ji bo sînemaya netewî çêkerî ango produksiyon gelek muhîm e. Fîlmên ku wekî produksuyon jî bi destê Kurdan hatin çêkirin, piştî 2003’yan zêde bûn. Belkî em karibin bêjin sînemaya Neteweyî piştî statuya Başûrê Kurdistanê ava bû. Li bakur bi destê saziyên Kurdan hin fîlm hatin çêkirin, belkî meriv karê vê wek destpêk qebûl ke.

Fîlma Nîzamettin Ariç li gor krîteran bêhtir nêzîkê sînemaya netewekî ye. Ne hewce ye mirov sînemaya Kurdî ji 100 sal berê bide destpêkirin. Ji ber ku ew derfet û îmkan tine bûn, Kurdan dereng dest pê kir.

Ferat:

Divê dîroka sînemaya Kurdî bi fîlma Zarê dest pê bike. Ne ku ez dibêjim ev fîlm yekem fîlma Kurdî ye. Ev du gotinên ji hev pir cuda ne. Heger em fîlmekî bikin malê Sînemaya Kurdî ji me re hinek krîter divên. Çi ne ev krîter ez bêjim: Ziman, dever, çêker, çîrok, dîrok, derhêner û berdewamîya fîlman.Li gor van krîteran Yilmez Guney jî di nav sînemaya Kurdî de wek pêşîn/prototîpekî dibînim. Mînak fîlma ‘Rê’ çîroka Kurdîstanê ye. Guney, hewl daye ku çîroka Kurdan di sînemayê de bîne pêşçav.Gelek sînemagerên kurd jê bandor girtine û ji bo me riknek e. Lê wextê ku em krîterên netewî dinêrin em nikarin bi giştî bêjin Guney Sînemaya Kurdî çêkiri ye. Grass, Zarê, Guney bi taybetî sînemaya Kurdî nînin lê prototîp in/pêşin in. Li gorî min heger em fîlmekî yekem ji bo Sînemaya Kurdî diyar bikin ew fîlm bi çîrok, ziman, derhênerî, leyistkvanî û dever fîlma Klamek ji bo Beko ye.

Mistefa:

Klamek ji bo Beko bo min jî nêzîktir tê ku yekem fîlma kurdî be. Di meseleya ziman da gelek Kurd tawîzê didin. Yilmaz Guney dibêje ku min nikaribû fîlmên xwe bi murdî bikişanda. Ji bo wê demê erê lê piştî 2000an êdî kes zû bi zû nikare bêje: “Min nikaribû fîlmên xwe bi kurdî bikêşa.” Ev ne hincet e. Niha hin derhênerên kurd hê jî fîlmên xwe bi tirkî dikşînin, divê di vê meseleya zimên de meriv piçek îsrar be.

Mehmûd:

Wek netewek bindest divê ‘em vegerin mala xwe” Gerek krîterên me û yên netewên serdest ne yek bin. Kî alîkariya me bike divê em wê bixin nav sînemaya xwe. Bela şert û mercên me ne wek yên neteweyên din in, divê şert û mercên me yê li ser xwemalîbûna fîlmekî jî ne yek bin. Çimkî em bêdewlet in û ji ber ku wusa ye, em karibin fîlmekî bikin malê xwe, em bikin malê xwe. Şertan ji bo xwe şid nekin.

Fatoş:

Mehmûd tiştekî baş got. Bi rastî em bêdewlet in. Ber vê yekê piranî em nikarin fîlmên xwe jî bikşînin. Mînak niha li Başûrê Kurdistanê ji fîlman heya festîvalan her tişt têkirin ji ber ku hukûmet heye. Ew krîterên netewî tiştekî bi dewletbûnê ve girêdayî ye. Li gorî şert û mercan fîlm tê kişandin. Ya din em çend fîlmên xwe kurdî jî bikşînin em ji dûrî ve wek tirkekî, îraniyekî tên nasîn. Ev pirsgirêka nedewletbûnê ye.

Ferat:

Min mohra Kurdîstanê li hemû fîlmên xwe dane. Rastê Kurdistan niha ne dewleteke lê bes ev nayê wê wateyê ku emê nikaribin li ser fîlmên xwe vê mohrê ne deynin. Yilmez Guney fîlma Dîwar li Fransayê çêkir lê dîsa jî zimanê fîlm, Tirkî bû ev hinekî bi bijarteya derhêner û bazarê ve girêdayîye. Em qodên Kurdî di fîlmên Guney de diniknikînin. Tiştek bi temamî xwe nespêre netewekî, wê gavê em nikarin bêjin ev tişt ya wî netewî ye. Minak, em ji Ahmed Kaya hez bikin jî ne muzîka Kurdî ye. Erebê Şemo tiştek din e Yaşar Kemal tiştek din e. Em dikarin Yilmez Guney têxin nav dîroka sînemaya Kurdî lê berhemên wî bi temamî sînemaya Kurdî temsil nakin. Hebûna netew bi dîrok û zimanekî hevpar ve girêdayîye. 

Gellek fîlm hene ku mijarên wan kurd in lê bes tenê mijar têrî nake ku em wan fîlman bikin nav sinemaya kurdî de.

Armanc:

Fîlma Zarê ku hêj deng neketibû nav sînemayê hatiye çêkirin. Heger em li ser sînemaya netewekî biaxivin lazim e ku hinek krîteran deynin. Ziman, derhêner/çêker, cih û mijar. Di nav vê fîlmê de taybetî dram û evînî heye. Çîrok klasîk e. Ya ku diyar e li ser kurdan hatiye kişandin. Ez bi nêrînên şexsî ne wek yekem fîlma Kurdî dihesîbînim. Belgefïlma Grass pêşiya vê hatiye çêkirin. Wî wextî Grass dibe yekem. Lê li gor krîteran Grass jî nabe yekem fîlm ji ber ku derhêner ne kurd in û nêrîn oryantalîst e. Em dikarin bêjin Zarê ne yekem fîlma kurdî ye, tenê temsîliyetek heye di nav fîlmê da. Rasthatina kurdan ya bi sînemayê re digel derhênerên biyanî pêk tê. Kurd pêşî li ser xwe fîlm çênekirine. Xelkê li ser kurdan fîlm çêkirîne. Yanî ew fîlmên ku ewilî hatine çêkirin de fikir, raman, hez û nêrînên biyaniyan çi be ew derketiye holê. Di nav sînemayê de du tişt hene ku bi taybetî girîng in li ser rexne bê kirin, ew jî temsîliyet e. Bi du cureyan ve tê bikaranîn. Tu xwe temsîl dikî an yekî din te temsîl dike? Heger tu xwe temsîl bikî rastî tên pêşçav heger yekî din te temsîl bike kêmasî û neyînî tên pêşçav. Mirovek te dikêşe û nîşan dide bi nêrînên xwe. Ew têkilî wek deshilatdariyê ye. Yanî kamera destê kî de be ew deshilatdar e û çawan bixwaz e, dê wisan nîşan bide. Ew jî tiştek neyînî û cudatî derdixîne holê. Bixwaz e dê te wek kesên xerab yên rojhilatî nîşan bide. Li gor min têkiliya Zarê û kurdan bi vî rengî ye.

Mistefa:

Me di destpêkê de gotibû ku nîqaşa li ser ‘Kurdîbûna’ fîlma Zarê hene. Gelek heval kêm-zêde nêzî hev difikirin. Fîlm di dewra Sovyetan de çêbûye. Çanda feodal nîşan dide û dixwaze wê çandê li ber çavên mirovan reş bike. Di vê hêlê de Zarê fîlmeke propagandîst e jî. Meseleya derhêneran jî rast e. Kurdan ev derfet û mecal nîn e ku wê demê tiştekî li ser xwe çêbikin. Lê gava ku çêkirin jî perspektîfa hişmendiyê muhîm e. Ya din jî me got krîtera sereke, ziman e. Çîrok çi be û li ku derî hatibe kişandin gerek ziman kurdî be. Wek hîm gerek em li ser ziman israr bikin.

Ferat:

Rast e ziman hîma serekeye . Ji xwe em li vir bi vî zimanî diaxivin.Ji bo min jî tişta herî girîng ziman e. Ji bo şîroveyên we pir spas dikim

Mehmut:

Bi min jî em li ser ziman pir nejidînin. Lê dema ku em li ser mijarekî axivîn gerek em şert û mercên wî wextî jî berfirehî pênase bikin. Gerek em realîst bin, spas.

Fatoş, Mistefa û Armanc:

Hêviya civînên xweştir. Malî ava. Serkeftin û hez kirin.

Nîşe: Ev nivîs di civîna yekem ya CineKurdî de hatiye hilbijartin.

Yorumlar