Endamên CineKurdîyê Fîlma Zarê (1926/Hamo Beknazaryan) û Sînemaya Netewî ya Kurdan Şîrove Dike
Endamên CineKurdîyê Fîlma Zarê (1926/Hamo Beknazaryan) û Sînemaya Netewî ya Kurdan Şîrove Dike Deşîfrasyon: Armanc Dayan CineKurdî, fîlmên ku di derbarê Kurdan de hatiye çêkirin temaşe dike, dixwene, dinirxîne û şîrove dike. Ne wek komele ne jî wek saziyeki ye platformek e ku heftkî dicive. Hewl dide ku di gel sînemavan û sînemahezên Kurd sînemaya Kurdî binirxîne. Dixwaze hewla xwe ya sînemayê him di medyaya civakî de him jî di kovaran de bêhtir bîne ziman. Armanc ew e ku sînemaya Kurdî bêhtir bê pêşçav. Endamên CineKurdî’yê yên ku li vir nêrînên xwe anîne zimên hemû jî (derhêner, nivîskar, lîstikvan, podcastvan, xwandekar) ji sînemayê ve elegedar in. Armanc: Zarê û Seydo’yê şivan aşiqên hevdu ne. Axayê gund Temur Beg jî dixwaze ku bi Zarê re bizewice. Zarê vê zewacê qebûl neke jî Temur Beg dawetê dike. Li ser vê dilnebûnê Temur Beg, Zarê ji mala xwe derdixîne da ku navê Zarê derkeve bênamûsiyê, beravajî li kerê siwar dike û di nava gund da digerîne. Gundî tif li rûyên Zar...